Cîhan
Li 4 bajarên Tirkiyê agir bi daristanan ketiye
PeyamaKurd – Li 4 bajarên Tirkiyê agir bi daristanan ket û karibûn 2 ji wan vemirînin û mudaxeleya li 2 bajaran dewam dike.
Li Adana li Fekeyê, Li Bergama İzmirê, li Niksar a Tokatê û Altıeylüla Balikesirê agir bi daristanan ket. Li Adana û Tokatê xebata vemirandina daristanan dewam dike lê li her dû bajarên din agir vemirandin û sarkirina ciyên şewatê dewam dike.
Xebata vemirandina agir ji aliyê tîmên daristanan ve bi balafir, helikopter û arazozan tê kirin.
Li bajarê Tokatê li navça Niksarê xebata vemirandina agir dewam dike lê ji ber bayê xebat bi zahmetî dewam dikin.