Cîhan
Li Amerîkayê êrîsa çekdarî: 3 kes hatin kustin
PeyamaKurd - Li wilayeta Illinois a Amerîkayê, êrîşkarekî çekdar gule bi ser sivîlan de reşand û di encama gulebaranê de, 3 kes hatin kuştin.
Hat zanîn çekdarekî li hundirê holeke Bowlingê li barajê Rokford ê wilayeta Illinois gule li ser sivîlan reşand û di encama êrîşê de, 3 kes hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.
Fermanderê polîsa bajêr Dan Odîşa ragihandiye ku piştî bûyerê kesekî tohmedbarê wê êrîşê hatiye girtin.
Hêjayî gotinê ye, 2 roj berê jî li bajarê Nashville yê Amerîayê di encama teqîna erebeyeke bombebarkirî de 3 kes hatibûn kuştin ku ew bajar wekî Kurdistana piçûk a li Amerîkayê jî tê naskirin.