Li Amerîkayê kesekî jina xwe ya berê û 5 kesên din kust
PeyamaKurd – Li Amerîkayê li eyaleta Mississipiyê li devera gundan li Arkabultayê kesekî ni navê Richard Dale Crum (52), li 3 ciyên cuda êrîş kiriye û di êrîşan de jina xwe ya berê û 5 kesên din kuştiye. Crum, ewilî li banzînxaneyekî li ber markêtê di nav kamyonetê de yekî kuştiye. Kujer paşê çûye mala jina xwe ya berê, wê kuştiye û zilamê wê birîndar kiriye.
Êrîşker paşî nêzî mala xwe zirbavê xwe, xwuşka wî, yekî di nav erebê de û yekî jî di rê de kuştiye. Di pey de polîs êrîşker desteser kiriye.
Ji Polîsên rêvebiriya Tate County Brand Lance ragihandiye ku tivingekî nêçîrê û 2 demançên êrîşker hene û niha di zîndana Tate de tê parastin. Lance weha got:
“Li herêma me bûyerên şiddetê yên weha tine ne. Em şoke bûn. Min qet texmîn nedikir ku em ê bi rûdanekî weha re rû bi rû bimînin.”
Parêzgerê Mississippiyê Tate Reeves jî ragihand ku ew difikirin gumanbar bi serê xwe tevgeriyaye.