Cîhan
Li bajarê Çorum a Tirkiyê kesekî avêt ser çayxanê: 2 kes mirin û 5 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Li Tirkiyê li bajarê Çorumê, nêzî avahiya edliyê kesekî bi çekê êrîşê ser çayxaneyekî kir û di encamê de 2 kesan kuşt û 5 kesan birîndar kir.
Piştî bûyerê, tîmên pêwendîdar yên polîs û tenduristiyê çûn ciyê bûyerê. Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxanê. Nasnama kesê êrîşker nehat zanîn.
Ji bo tesbît û desteserkirina nasnama êrîşker, polîs dest bi xebatê kir.