Li bajarê Taîzê gendelî û bihabûna jiyanê hat protestokirin
PeyamaKurd – Li welatê Yemenê li bajarê Taîzê bi hezaran kes gendelî û bihabûna jiyanê protesto kirin. Xwepêşandan li ser daxwaza Yekîtiya Şehîdên Şer yên Netewî hat kirin. Pankartên di destên wan de bûn tev gendeliyê û bihabûna jiyanê nîşan didan.
Xaziyên ku di şer de birîndar bûbûn xwestin hukumet mehaneyên wan bidin wan û lezê bidin dermankirina wan. Xwepêşandêr nexwşiya xwe li hemberê parêzgerê bajêr Nebîl Şemsan nîşan dan û xwestin îstîfa bike.
Sekreterê giştî yê rêxistina xaziyan Amir es-Semî ragihand ku xwepêşandana wan li hemberê bihayiya jiyanê û ruşwetê ye û parêzger Şemsan di nav wan de kesên bertîlan xwarine ji ser wezîfê bên dûrkirin.
Li Yemenê 7 sale şer dewam dike, bi sedan kes li hemberê Hûsiyan di şer de birîndar bûne, ji bo mehaneyên wan, îkramiye û tazmînatên wan nehatine dayîn, gilî û gazinên xwe kirin. Semî ragihand ku hukumet di vê mijarê de wan îhmal dike.