TR KU SO
FB X
Cîhan

Li baregeha Hesda Seibî teqîn: 1 kustî, 2 birîndar

Hevi Turan
Nivîskar
📅 04 mijdar 2025 20:22

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku li baregeheke Heşdî Şeibî ya li Bexdayê teqînek çêbû. Li gorî agahiyan çekdarek di teqînê de hatiye kuştin û du jî birîndar bûne.

Li gorî medya Iraqê îro 4ê Mijdarê piştî nîvro, li nav baregehek Heşdî Şeibî ya li nav bajarê Bexdayê teqînek çêbûye.

Heman çavkaniyê ragihand ku Rêveberiya Heşdî Şeibî ragihandiye ku teqîn ji ber sedemek teknîkî rûdaye û di encamê de endamek hêzên wan jiyana xwe ji dest daye û 2 jî birîndar bûne.

Parve bike: