TR KU SO
FB X
Cîhan

Li baregeha NATO ya Almanyayê alarm

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 23 tebax 2024 15:44

PeyamaKurd - NATOyê bi sedema "gefa potansiyel" asta ewlehiya baregeha xwe ya hewayî ya Geilenkirchena Almanyayê derxist asta herî bilind.

NATOyê bi daxuyaniya xwe ya li ser platforma  Xê ragihand ku ji ber agahiyên sîxurî yên ku wek "gefa potansiyel" hatine dîtin, wan asta ewlehiya baregeha xwe ya hewayî ya li Geilenkirchena Almanyayê derxistiye asta herî bilind.

Di daxuyanîyê de hat diyarkirin ku rêveberiya baregehê, personelên baregehê yên ku li ser karê xwe ne, ji bo bergiriyê arasteyî malê wan kirine û wiha hate gotin: "NATO berî her tiştî pêşekiyê dide ewlehîya personelên xwe."

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li baregeha hewayî operasyonên ewlehiyê didomin.

Parve bike: