TR KU SO
FB X
Cîhan

Li baregeha nêzîkî Samê teqîn çêbûn!

Viyan Cicek
Nivîskar
📅 02 îlon 2018 14:41

PeyamaKurd- Li nêzîkî paytextê Sûriyê li baregeha hewayî ya bi navê El Mazzê di cebilxaneyan de hinek teqîn çêbûn.

Çapemeniya fermî ya Rejîma Sûriyê SANAyê îdda kir ku teqîn ne ji ber êrîşên Îsraîlê pêk hatine. Ji ber erizeya elektrîkê teqîn çêbûne.

Hinek çavkaniyan îdda kirin ku ji ber êrîşên Îsraîlê li baregeha El Mazzê teqîn çêbûne.

Di derbarê kuştî û birîndaran û zerara gihayî baregehê de heta niha tu agahiyên zelal nehatine eşkerekirin.

Parve bike: