TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Besreyê di qeza trafîqî de 13 mirî hene

Sıdık Eren
Nivîskar
📅 21 mijdar 2023 19:10

PeyamaKurd - Li parêzgeha Besreyê ya Îraqê di qezayeke trafîkê de 8 mamoste, 4 xwendekar û şofêrê minîbusê mirin.

Li Besreyê barhilgirekê li minîbuseke xwendekaran xist.

Di qezayê de 13 kesan canê xwe ji dest da ku yek ji wan şofêrê minîbusê, 8 ji wan mamoste, 4 ji wan jî xwendekar in. 

Li gorî agahiyan, minîbus ber bi dibistana li nahiyeya Sefwanê ya qezaya Zubêrê ya Besrayê ve diçû.

Rêvebirê nahiyeya Sefwanê Talib El Hisûne, ragihandiye ku şofêrê barhilgirê bûye sedema qezayê û ew hatiye desteserkirin.

Parve bike: