Cîhan
Li Bexda û Nînowayê 14 DAISî hatin desteserkirin
Peyamakurd – Wezareta Navxwe ya Iraqê ragihand ku li paytext Bexdayê û parêzgeha Nînowayê li dijî DAIŞê operasyonek hatiye encamdan.
Di daxuyaniya wezaretê ya îro Yekşemê de hatiye gotin ku di encama operasyonê de, li Bexdayê 8 li pârêzgeha Nînowayê jî 6 endamên rêxistina terorîst DAIŞê hatine desteserkirin.
Hat diyarkirin ku operasyon li ser zanyariyên îstixbarî hatiye kirin ku destê kesên desteserkirî di êrîşên cuda de hebûye.