Cîhan
Li Bexdayê di depoya Hasdî Sabî de teqîn çêbû
PeyamaKurd – Di depoya Haşdî Şabî de ku li bakûrê Bexdayêye, teqîn çêbû. Haşdî Şabî nivîskî ragihand ku li Bexdayê li herêma Yusufiye, li fermandariya Salahaddîn li Tûgaya 42em de, di depoya lojîstîk de teqîn çêbûye.
Ji bo lêkolîna bûyerê komîsyonekî teknîk danîne û di teqînê de candayî nînin. Sedema teqînê û mezinahiya teqînê nehat ragihandin.
Haşdî Şabî hêzeka mîlîsên Şîa yê Iraqê ye û bi Îranê re kar dike.