Cîhan
Li Bexdayê êrîsî mezargehên Sîeyan kirin
PeyamaKurd – Do bi şev li herêma Kazimî ya Bexdayê, êrîşeke terorîstî li mezargehên Şîeyan hate kirin.
Li gor zanyariyan, bi rêya çend narîncokan, êrîşî mezargehên Şîeyan kirin û ji ber wê êrîşê, çend kes birîndar bûn.
Herwiha hêzên ewlehiyê yên Iraqê dane zanîn, heta niha 8 kes ji ber wê êrîşê birîndar bûne.
Li aliyê din medyaya Iraqê îşev belav kiribû ku hêzên ewlehiyê hinek hewlên terorîstî jinav birine.