TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Bexdayê teqîn: Kustî û birîndar hene

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 04 hezîran 2021 02:58

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Bexdayê tiştekî nayê zanîn teqiyaye û di encamê de kuştî û birîndar hene. Tora Medyayê ya ewlehiyê ya hukumeta Iraqê bi nivîskî ragihand ku li Bexdayê li taxa Kazimiyê tişteka biyanî teqiyaye.

Di derbarê jimara kuştî û birîndaran de agahî nehat dayîn. Li Bexdayê li taxa Kazimiyê îmamê 7 em yê Şîayan Musa el-Kazim û îmamê 9 em Muhammed el-Cewad heye. Teqîna tê behskirin li deriyekî ku diçe turbeyan çêbûye.

Parve bike: