TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Bûsehr a Îranê erdhejeke bi hêza 5.9an çêbû

Hevi Turan
Nivîskar
📅 18 nîsan 2021 15:37

PeyamaKurd - Li bajarê Buşehr devera Bender Genawe ya li başûrê Îranê îro erdhejeke bi pileya rixter a 5.9an çêbû.

Navenda lêkolînên erdhejan a Îranê ragihandiye ku erdhej li gor dema Îranê li demjimêr 11:11ê bi hêza 5.9 çêbûye.

Li gor zanyariyên kdyşf Îranê erdhej gelekî bihêz bûye û li parêzgehên derdorê jî hest pê hatiye kirin.

Heta niha derbarê ziyanên canî û madî yên erdhejê de ti agahî nehatine belav kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye şeva borî jî erdhejek bi hêza 3 li bajarokê Benek ê qezaya Kenkanî ya parêzgeha Bûşehr çêbûbû.  

Parve bike: