TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Çînê besa zimanê Kurdî tê vekirin

📅 27 îlon 2019 15:00

PeyamaKurd - Konsûlê Çînê yê Herêma Kurdistanê Ni Ruchi diyar kir ku amadekarî dikin ku li zanîngeheke mezin a Çînê "Beşa Zimanê Kurdî" vekin.

Komara Gel a Çînê ku di salên dawîn de têkiliyên xwe yên bi kurdan re bi pêş xist û li Herêma Kurdistanê konsûlxane vekir, ji bo zimanê kurdî gaveke girîng davêje. Li zanîngeheke mezin a Komara Gel a Çînê  "Beşa Zimanê Kurdî" tê vekirin.

Konsûlê Çînê yê Herêma Kurdistanê Ni Ruchi ku salek û nîvî ye li Hewlerê kar û karên fermî yên Komara Gel a Çînê dimeşîne derbarê mijarê de axivî û ev agahî da:

"Di meha pêşiya me de em ê li Zanîngeha Salahaddînê "Beşa Zimanê Çînî" vekin. Piştî vê yekê em ê li zanîngeheke mezin a Çînê jî "Beşa Zimanê Kurdî" vekin." 

Parve bike: