TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Dêrezorê bi dronên çekhilgir êrîsê seha Koniko kirin

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 20 cotmeh 2023 04:06

PeyamaKurd – Li Sûriyê li devera Dêrezorê li seha xazê ya bi navê Koniko ku leşkerên Amerîkayê li wê derê dimînin, bi dronên çekhilgir (SİHA) êrîşê ser sehayê kirin.

Hat ragihandin ku di sehayê de ti zerar tine lê di encama teqînê de, di xeta xazê de şewat derketiye. Li ser bûyerê helîkopterên Amerîkayê û balafirên bê mirov yên Amerîkayê bi hewa ketine û ketine nav tevgerê.

Heya niha nayê zanîn bê kî êrîşê bi çi armancê kiriye. Li heman herêmê grûbên bi ser Îranê û leşkerên rejîma Sûriyê jî hene.

Parve bike: