Cîhan
Li dijî saxa CHPê ya Stenbolê, êrîsa çekdarî hat kirin!
PeyamaKurd- Seroka Şaxa CHPê ya Stenbolê Canan Kaftancioglu ragihand ku li dijî Serokatiya CHPê ya Parêzgeha Stenbolê, êrîşeke çekdarî hatiye kirin.
Canan Kaftancioglu, li ser bûyerê daxuyaniyek da û wiha got,
“Îro saet derdora 05:00an, li dijî Serokatiya Bajêr a CHPê ya Stenbolê ya li Seyrantepeya Rêbejahiya TEMê, êrîşeke çekdarî hat kirin.
Li gorî îfadeyên polîsê li avahiyê û nobedarê taybet ê li qada ku avahî lê ye, di bûyerê de 6-7 gule hatine berdan. Li gorî tespîtên destpêkê, guleya ku li Serokatiya me ket, nehat dîtin û li cihê bûyerê fîşekên vala hatin dîtin.
Lêpirsîna dozgeriyê ya di derbarê bûyerê de berdewam dike. Dema pêşketin çêbibin, dê bi we re bên parvekirin.”