TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Diyaleyê teqînek çêbû: Bi kêmanî 3 serbazên Iraqî hatin kustin

📅 20 nîsan 2020 14:37

PeyamaKurd - Li parêzgeha Diyale ya Iraqê, di teqînekê de bi kêmanî 3 serbazên Iraqî hatin kuştin.

Berdevkê polîsê Diyale, Nîhad Mihemed diyar kir, derengiya şeva borî li rojavayê parêzgeha Diyale, bombek bi karwaneka artêşa Iraqê de teqiya.

Nîhad Mihemed da zanîn, di wê teqînê de 3 serbaz hatin kuştin û serbazek û efserek jî giran birîndar bûn.

Bi gotina wî efserê polîs, ziyanek mezin jî gihîştiye wesayîtên wê karwana artêşê.

Parve bike: