Cîhan
Li Dublin a Îrlandayê xelk daket kolanan
PeyamaKurd – Li payîtexta Îrlandayê li Dublinê li navenda bajêr kesekî bi kêrê êrîşê ser xelkê kiribû û di encamê de 5 kesan bi kêrê birîndar kiribû ku ji birîndaran 3 kes zarok bûn.
Hat gotin ku êrîşker koçberekiye û hêzên asayîşê ragihandibûn ku bûyer ne bûyera ‘terorê’ ye lê bûyerekî şiddetê ya bi serê xwe ye.
Li ser bûyerê, li Dublinê, di demekî kurt de xelk daket kolanan, xwepêşandan kirin û agir bi dukkan û alavan xistin. Di navbera xelkê û hêzên asayîşê de gengeşe çêbû.
Di nava birîndaran de rewşa keçikekî di xeterê de ye.