TR KU SO
FB X
Cîhan

Li DYAyê hêrisa çekdarî: 2 kes mirin 5 kes birîndar bûn

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 18 adar 2024 00:45

PeyamaKurd - Li paytexta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Washingtonê di encama hêrişeke çekdarî de 2 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn.

Gerînendeyê Polês ê Washingtonê Jeffrey Carroll bi daxuyaniyekê ragihand ku li bakur-rojavayê Washingtonê hêrişeke çekdarî pêk hatiye.

Carroll da zanîn ku 2 kes li cihê bûyerê mirine û 5 kesên birîndar rakirine nexweşxaneyê û ragihand ku gumanbarê hêrişa çekdarî heta niha nehatiye girtin.

Sala çûyî li Washingtonê kuştin ji sedî 35 û diziya otomobêlan jî du qat zêde bûbûn.

Di serê Çileya îsal de, hikûmeta herêmî ya Washingtonê, ji bo pêşîlêgirtina zêdebûna bûyeran yasayeke ewlehiya giştî pejirandibû.

Bi vê yasayê hatibû xwestin ku rêjeya tawanên bi vî rengi bihê kêmkirin, lê belê li gor îstatîstîkan ev yasa jî ta radeyekê dikare pêşî li bûyeran bigire.

Parve bike: