TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Endonezyayê balafira rêwiyan li ser deryayê ket!

Viyan Cicek
Nivîskar
📅 29 cotmeh 2018 15:25

PeyamaKurd- Li Endonezyayê balafireke eydê “Rêhewayên Lion”ê ket. Li gorî agahiyan di balafirê de 188 kes hebûn û balafir ketiye deryayê de.

Balafirê, sefera Jakarta-Pangkalpinangê dikir û piştî rabûnê bi 13 deqîqeyan pêwendiya balafirê û birca firînê qut bûye.

Enkaza balafirê hate dîtin. Serokê Saziya Lêgerîn û Xilaskirinê Muhammad Syaugi got ku li herêmê xebatên lêgerîn û xilaskirinê dewam dikin.

Di derbarê rewşa rêwiyan de tu agahî nehatin dayîn.

Parve bike: