TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Enqerê qezaya trafîkê: Mirî û birîndar hene!

Viyan Cicek
Nivîskar
📅 22 hezîran 2018 15:09

PeyamaKurd- Li paytextê Tirkiyê li Enqerê du otobûsên şaredariyê li hev qelibîn. Di encama qezayê de kesek mir û 15 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, li paytextê Tirkiyê li Enqerê li herêma Eryamanê du otobûsên şaredariyê yên bi navê EGOyê li hev qelibîn. Di qezayê de li cihê bûyerê, kesek mir. 15 kesên birîndar jî rakirine nexweşxaneyan. Ji ber qezayê demekê, rê hatin girtin û trafîk teqinî.

Parve bike: