TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Fransayê bo “Êlek Zer” an qedexeya xwepêsandanê

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 12 nîsan 2019 03:06

PeyamaKurd- “Êlek Zer” ên Fransayê ku bi mehaye xwepêşandanan dikin, dixwestin roja şemiyê li Parîsê li Kolana Champs-Elyseesê û li navenda bajarê Lille xwepêşandan bikin lê hat ragihandin ku ew xwepêşandan hatine qedexekirin. Li gor ku parêzgeha Parîsê ragihandiye; wê roja şemiyê îznê nedin xwepêşandanên li navboriyên jorê. Di beyanê de hat gotin ku wê xwepêşandêr ji der û dora Meclisa Netewî û Qesra Elysee dûr bên xistin.

Parêzgeha Lille jî peyamekî belav kir û got ku di xwepêşandanên berê de gelek şiddet hatiye bikaranîn. Lewra xwepêşandana “Êlek Zer”an hatiye qedexekirin.

Parve bike: