Cîhan
Li gundên Hemayê 2 mîn teqiyan: 4 kesan can dan
PeyamaKurd – Li gundên El-Hewiz û Beyûdê yên ser bi Hemayê ve, 2 mîn teqiyan û di encamê de 4 kesan can dan.
Medyaya Hikûmeta Sûriyê SANAyê ragihand, do Pêncşemê 14ê Tîrmeha 2022an, di encama teqîna mîneke bi otombîleke welatiyan de, li nêzikî gundê El-Hewiz a ser bi Hemayê ve, 3 kesan can dan û cenazeyên wan ji bo Nexweşxaneya Seqîlbiyê ya Hemayê hatin şandin.
Herwiha heman çavkaniyê eşkere kir, li gundê Beyûd a Hemayê jî di encama teqîna mînekê de welatiyekî din can daye.