Cîhan
Li Hatayê bo 2 hefteyan qedexeya çalakiyan hat ragihandin
PeyamaKurd – Li Tirkiyê li bajarê Hatayê (Antakya) parêzgeh bo 2 hefteyan qedexeya civîn, xwepêşandan, ragihandina çapemeniyê, meş, meşale, dawet û tevgerên weha ragihand. Eger pêwistî hebe li nava bajaran qeymeqamî û li gundan rêvebiriya leşkeran dê karibin îznê bidin an red bikin.
Qedexe heya 18 ê sibatê siet 23.59 ê şeve dê dewam bike.