TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Helebê plana DAIŞê ya li ser Sersalê hat pûçkirin

İlyas batu
Edîtor
📅 01 rêbendan 2026 16:40

PeyamaKurd – Wezareta Navxweyî ya Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ragihand ku wan plana DAIŞ’şê ya ji bo êrîşên xwekujî li ser dêr û pîrozbahiyên sersalê li Helebê asteng kiriye.

Li taxa Bab el-Ferecê, di pevçûna li xaleke kontrolê de êrîşkarekî DAIŞê hat rawestandin. Di vê pevçûnê de polîsek hat kuştin û du polîsên din jî birîndar bûn. Hat diyarkirin ku bi saya vê midaxaleyê, rê li ber karesateke mezin a li dijî sivîlan hat girtin.

Parve bike: