TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Idlibê 2 leskerên Tirkiyê hatin kustin

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 20 adar 2020 01:40

PeyamaKurd-Li gor ragihandina Tirkiyê di êrîşên li Idlib a Sûriyê de hatin kirin de 2 leşker jiyana xwe ji dest dan.Li ser bûyera li Idlibê beyana yekem ji aliyê parêzgeriya bajarê Sêwasê de hat kirin. Parêzgerî di beyana xwe de weha got:

“Li Sûriyê li devera Idlibê hemşehriyê me yê ku wezîfe ya xwe dikir,pispor onbaşî Ramazan Nayîr jiyana xwe ji dest daye.Bo wî ji Xwedê rehmetê û bo malbata wî sersaxiyê dixwazin.”

Li ser pevçûnên li Idlibê cîgirê serokê AKP ê Mahir Ünal jî ragihand ku leşkerekî din jî di êrîşê de jiyana xwe ji dest daye.Ünal weha got:

“Li herêma Mertalê Baharê de, li navçeya Muhanbalê piştî êrîşekê, leşkerê me onbaşî yê bi navê Oğuz Taş jiyana xwe ji dest daye û bo wî ji Xwedê rehmetê û bo malbata wî sebrê dixwazim.”

Parve bike: