Cîhan
Li Îranê erd bi hêza 5.6 pileyî hejiya
PeyamaKurd – Li parêzgeha Hurmuzgan a Îranê bi hêza 5.6 pileyî erd hejiya.
Ajansa fermî ya Îranê IRNAyê diyar kir, navenda erdhejê navçeya Bender Çarek a li parêzgeha Hurmuzgan e û erdhej di saet 08:07an de bi hêza 5.6 pileyî çêbûye.
Ajansê herwiha da zanîn, erdhej 22 kîlometre di bin erdê de qewimiye.
Herwiha tu daxuyanî li ser ziyanên canî û maddî, ji aliyê rayedarên Îranê ve nehatiye dayîn.