TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Îranê erdhejeke dijwar pêk hat

📅 02 rêbendan 2020 14:44

PeyamaKurd - Li Îranê bi dijwariya 5.8 pileyan erdhejek pêk hat

Televizyona Dewletê ya Îranê ragihand ku li bakurê Îranê bi dijwariya 5.8 pileyên Rîxterê erdhejek pêk hat.

Li gorî ragihandina Navenda Sîsmolojiyê ya Zankoya Tehranê, li herêma bakurê Îranê li Sengenê bi dijwariya 5.8 pileyan erdhejek çêbû. Erdhej 8 km di bin erdê de rûda.

Derbarê ziyanên malî û canî de agahî nehatin bidestxistin ango di vî warî de tu daxuyanî nehatin belavkirin.

Parve bike: