Li Îranê îdamkirina 3 xwepêsanderan hate protesto kirin
PeyamaKurd – Li Îranê piştî ku 3 girtiyên xwepêşanderên protestoyên Jîna Emînî yên bi navên; Salih Mîrhaşimî, Mecîd Kazimî û Seîd Yakubî hatin darvekirin, xwepêşandanên protestoyî hatin lidarxistin.
Îro 19ê Gulanê roja Înê li ser îdamkirina hersê xwepêşanderan, li Zahîdanê piştî nimêja înê xelk dakete qadan û dirûşmên dijî rejîma Îranê berz kirin.
Gelê Belûc bi tundî darvekirina 3 girtiyên siyasî yê di doza Mala Esfehanê de şermezar kir û careke din nerazîbûna xwe ya li dijî hikûmeta Îranê bi dirûşmên “Em komareke hatiye darvekirin naxwazin” bilind kirin.
For the 33rd week in a row, the people of Zahedan in southeastern Iran held anti-regime protests following their Friday prayers, chanting “I Will Kill Those Who Killed My Brother” in reaction to the Islamic Republic’s executions over the past three weeks. pic.twitter.com/scucfFLpPu
— Iran International English (@IranIntl_En) May 19, 2023
Xwepêşander ji bo protestokirina darvekirina 3 girtiyan kom bûn û nivîsên, "Birayê min ê şehîd ez xwîna te digrim" hilgirtin.
Piştî belavbûna nûçeya bidarvekirina 3 girtiyan, xelkê hêrsbûyî li navçe û taxên curbicur ên Tahranê jî dirûşmên dijî rejîma Îranê qêriyan.
Hevdem xelkê bajarokê Negîn, Şahzabe, Tahransar û Ekbatanê jî bi dirûşmên, “Bimre Xamineyî”, “Bimre dîktator” û “Bimre komara darvekirî” çalakî li dar xistin.