Li Îranê sibê hilbijartina Serokkomariyê pêk tê
PeyamaKurd – Li Îranê sibê hilbijartina Serokkomariyê pêk tê û li gor zanyariyan, dê piraniya gel neçe ser sindoqan.
Li Îranê, sibê hilbijartina Serokkomariyê ye. Konseya Qanûnçêkeran a Qanûna Bingehîn, ji 592 serlêdanan tenê namzetiya 7 kesan qebûl kir. Ji van kesan 5 jê mihafizekar in û 2 jî reformîst in.
Li gor Rojnamevan Peyman Aref, ji Rojnamevan Dîndar Karataş re di derbarê girîngiya hilbijartina Îranê de daye zanîn, Konseya Qanûnçêkeran a Qanûna Bingehîn ji meclîseke 12 kesan pêk tê û ji vana 6 jê ji aliyê Alî Hameley ve hatine tayinkirin. Aref, bilêv kir ku ji ber vê dê ev hilbijartin hilbijartineke organîzekirî be û got: "Tenê hiştin heft kes bibin namzet. Ayetûllah Humeynî li ser darazê ye û kesekî extiyar e. Wisa tê gotin dixwazin Îbrahîm Reîsî bê şûna Humeynî. Yanî konseyê wesfeke siyasî neda kesekî ji hêla reformîst. Gel û derdora reformîst piştgiriyê dide Abdûlnasir Himmetî."
Peyman Aref diyar kir, dê piraniya gel neçe ser sindoqan, ji lew re namzetiya gelek kesan nehat qebûlkirin û kesên potansiyela wan a rayan zêde bû daxilî nav namzetiyê nehatin kirin û ev yek li welêt bûye cihê nîqaşan. Aref destnîşan kir: "Hilbijartin çiqasî demokratîk be, baweriya bi hilbijartinê û beşdarbûyîn jî dê ew qasî zêde be. Ev taybetmendiyên hilbijartineke demokratîk in. Ev mesele, li Tirkiyeyê jî heye. Di sala 2018an de rayên sexte hatin nîqaşkirin. Bikaranîna dengên bêzerf mînakek e. Gava hûn ji hilbijartineke demokratîk dûr bikevin, dê baweriya gel bi hilbijartinê neyê û dibe ku hilbijartinek bê tamûlkirin, du hilbijartin bên tamûlkirin, lê dê ya sisêyan bê boykotkirin. Niha zêde zêde bangawaziyên ji bo boykotkirinê tên kirin. Hêla muxalif du stratejiyan bi kar tîne. Dibêjin heger hilbijartin ji bo biserketina Reîsî hatibe amadekirin, nexwe em raya xwe bidin Hîmmetî.' Tew dibêjin 'heger li ber Reîsî êzingekî hişk jî hebe, em ê biçin raya xwe bidin wî êzingî.' Stratejiyek bi vî rengî heye. Stratejiya duyem jî, 'Ne rast e em tevli hilbijartineke wiha bibin.' Gelek kes wisa dibêjin. Tevgera boykotkirinê, tevgereke pir xurt e."
Aref herwiha eşkere kir, mijara ku hilbijêrên Îranê pir li ser disekinin jî krîza aborî ye, ji lew re piştî mueyîdeyên DYAyê dibe ku li welat pirsgirêkeke wisa rû bide. Aref şerê di navbera Îran û DYAyê de jî wekî "şerê aboriyê" pênase kir û got: "Meseleya herî girîng, heta ji aboriyê jî girîngtir, sozên namzetan a ji bo siyaseta derve ye. Reîsî, niha peymanên nukleerî naxwaze û DYAyê wekî 'şeytan' bi nav dike. Bi feraseta 'Ne pêkan e em û Rojavayê li heman cîhanê bi hev re bijîn' tevdigere. Hîmmetî jî dibêje, 'Ez dixwazim hevdîtinê bi Joe Biden re bikim û ez ê li her derê cîhanê hevdîtinê bi mirovan re bikim.' Li gel peymanên nukleerî ye. Yanî dixwaze meseleya Îranê û DYAyê çareser bike. A rast sozên namzetan ên ji bo siyaseta derve, asas sozên ji bo aboriyê ne."