TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Japonya erdhejekî bi dereca 7,6 çêbû

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 08 berfanbar 2025 23:35

PeyamaKurd –  Navenda Lêkolînên Jeolojîk ya Japonyayê (USGS), ragihand ku bi dereca 7,6 erdhejekî li eyaleta Aomori li devera Misawayê jê 73 km dûr çêbûye. Lê di encamê de xesara maddî û canî çênebûye.

Navend piştî erdhejê hişyariya Tsunamiyê da. Di hişyariyê de hat gotin ku dibe bilindahiya pêlên avê bigihê 3 metreyan.

Erdhej di bin erdê de 53 km kûr çêbûye û Tasunamiya ku çêbibe, dibe ku pêlên wê çend caran li peravan bixe.

Japan Meteorological Agency (JMA) hişyariyê da xelkê xwe ji peravên avê û ji devê çeman xwe dûr bixin.

Parve bike: