Cîhan
Li Japonyayê bi pileya 6,9ê erdhejek pêk hat
PeyamaKurd – Li gor daxuyaniya Midîriyeta Meteorolojiyê ya Japonyayê (JMA) erdhejek bi lerza 6,9ê ku li gor saeta herêmî di saet 21.19an de ye, li peravên Miyazakiyê pêk hat û wekî 30 kîlometre di bin erdê de hat qeydkirin.
Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) tundiya erdhejê 6,8 ragihand.
Televîzyona dewletê NHKê ragihand ku piştî erdhejê ji bo peravên Miyazakî û eyaleta Koçiyê hişyariya “pêla mezin” hatiye dayîn.
Li gorî ajansa fermî ya Kyodoyê, erdhej li parêzgehên li başûrê herêma Kuyûşuya li Miyazakî ye, hat hiskirin.