TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Karayîbê du keştiyên şer ên Amerîkayê li hev ketin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 12 sibat 2026 19:32

PeyamaKurd- Li deryaya Karayîbê, di dema veguhastina sotemeniyê de keştiya şer a bi navê "USS Truxtun" û keştiya piştgiriya lojîstîk "USNS Supply" li hev ketin.

Li gorî daxuyaniya rayedarên leşkerî yên Amerîkayê, di vê qezayê de 2 kes bi sivikî birîndar bûn û di her du keştiyan de zirarên piçûk pêk hatin.

Berdevkê Fermandariya Başûr, Albay Emmanuel Ortiz, diyar kir ku her du keştî piştî qezayê bi awayekî ewle rêya xwe berdewam kirine û derbarê sedema rûdana vê bûyerê de lêpirsîneke berfireh hatiye destpêkirin.

Parve bike: