TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Kopenhagê careke din Qûran û ala Iraqê hatin sewitandin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 24 tîrmeh 2023 21:22

PeyamaKurd – Li gorî ragihandina ajansa Reutersê du kesên neteweperstî Danîmarkî yên ji koma bi navê Danske Patrioter (Niştimanperwerên Danîmarkî)  îro careke din li Kopenhagê li ber balyozxaneya Iraqê Qûran şewitandin.

Hate diyarkirin ku kesên ku Qûran şewitandine ji koma hefteya borî ya bêrêzî li Quranê û Ala Iraqê kiribûn e.

Di nûçeyê de hatiye gotin ku wan kesan Quran û Ala Iraqê avêtine bin lingê xwe û şewitandine.

Wezareta Derve ya Iraqê dubare êrîşa ser Quranê û Ala Iraqê bi tundî şermezar kir û got, ev bûyerên sîstematîk rê din belavbûna tundî û nefretê.

Parve bike: