TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Lubnanê ser gur dibe: 558 kesan can da

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 25 îlon 2024 18:17

PeyamaKurd - Di demeke ku Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden got ku "çareseriyek dîplomatîk hîn jî gengaz e." û Serokwezîrê Lubnanê Mecîb Miqatî bi hêviya ku şer û pevçûn kêm bibin çû New Yorkê jî ji bo rawestandina pevçûnên di navbera Îsraîl û Hizbullahê de ti gavekî dîplomatîk nayên avêtin.

Li hêla din hejmara kesên ku di hêrişên asmanî yên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dan gihişt e 558an.

Hate ragihandin ku 50 jê zarok û 94 jî jin zêdetirî hezar û 835 kes birîndar bûne.

Dîmenên dema koça bi deh hezaran a ji Deşta Bekayê û başûrê Lubnanê di medyayên cîhanê de têne belavkirin.

Hizbullahê ragihand ku wan operasyonên xwe tundtir kirine û piştî mûşekên Fadî 1 û Fadî 2, wan bi mûşekên nû yên Fadî 3 dest bi hêrişa ser baregehên leşkerî yên Îsraîlê kiriye.

Hizbullahê di daxuyaniya xwe de ragihand  ku hêzên wan bi mûşekên Fadî 3, Baregeha Şemşûnê, navendeke fermandariyê û yekîneyeke tedarekan ên Îsraîlê' kirine armanc.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee jî da zanîn ku artêşa Îsraîlê, di 24 demjimêrên dawî de, li Lubnanê hêrişî zêdetirî hezar û 300 xalên leşkerî yên Hizbullahê kiriye.

Adraee got ku wê hêrişên artêşê yên li dijî Hizbullahê bidomin.

Parve bike: