TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Meresê, erdhejeke din çêbû!

Ruken güler
Nivîskar
📅 17 tîrmeh 2023 17:00

PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Serokatiya Rêveberiya Rewşa Karesat û Rewşên Lezgîn (AFAD) ve hat dayîn, hat diyarkirin ku ber destê vê sibehê, li Mereşê erdhej çêbûye.

Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat destnîşankirin ku vê sibehê saet di 05:39an de li navçeya Elbîstanê ya Mereşê erdhejek çêbû.

Li gorî hûrgiliyên AFADê ragihandin, erdhej bi hêza 3,5an çêbûye û hat zanîn ku kûrahiya vê erdhejê jî 7 kîlometir bûye.

Piştî erdhejên ku di 6ê Sibatê de bi navendên xwe li Mereşê çêbûbûn û bûbûn sedema wêraniyên mezin, ji aliyê pisporên erdnasiyê ve hişyarî tê kirin ku Mereş bajarê herî bi xetere yê erdhejên nû ye.

Parve bike: