TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Nînowayê operasyon: 6 çekdarên DAISê hatin girtin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 13 adar 2024 19:58

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di operasyoneke hezên hevbeş ên Iraqê de, li Nînowayê 6 çekdarên DAIŞê hatin desteserkirin.

Wezareta Navxwe ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihandiye, îro 13ê Adarê Çarşemê operasyonek hevbeş ji aliyê polîsên Nînowa û hêzên Dijî Terorê ve, li sînorê parêzgeha Nînowayê hatiye kirin.

Di daxuyaniyê de hatiye eşkere kirin ku di encama operasyonê de 6 çekdarên DAIŞê hatine girtin.

Hate ragihandin ku hêzên Iraqê operasyonên dijî bermayiyên DAIŞê bi rêya asmanî û bejahî berdewam dikin.

Parve bike: