TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Pakistanê êriseke çekdarî de 14 kes hatin kustin

📅 18 nîsan 2019 16:27

PeyamaKurd - Li eyaleta Belucistanê ya Pakistanê çekdarên nenas otobêzeke rêwiyan rawestandin û 14 kesên di otobêzê de kuştin.

Cîgirê Fermandarê Gwadarê Muhammad Waseem ji çapemeniyê re axivî û diyar kir ku li rêya di navbera Karaçi û Gwadarê çekdarên otobêzek rawestandine û rêwî peya kirine. Waseemî ragihand ku çekdarên piştî kontrolkirina nasnameyan 14 kesên di otobêzê de kuştine.

Hat diyar kirin ku hêzên ewlehiyê ber bi cihê bûyerê ve çûne û derbarê bûyerê de lêpirsin hatiye destpêkirin.

Serokwezîrê Paksitanê Îmran Han derbarê bûyrê de got, ew vê êrişa terorî şermezar dikin û ji xizmên kesên ku jiyana xwe ji dest dane re sersaxî xwest.

Parve bike: