Cîhan
Li Pakistanê otobusa rêwiyan qelibî, 6 kes mirin û 26 kes birîndarin
PeyamaKurd – Li Pakistanê li eyaleta Pencabê li devera Kot Adduyê otobusekî wergeriya, di encamê de 6 kes mirin û 26 kes birîndar bûn. Sedema qezayê nayê zanîn.
Rayedar dibêjin ku otobus ji bajarê Rawalpindiyê diçû Multanê. Li ser qezayê, lêkolînên asayîşê dewam dikin.