Cîhan
Li R. Kurdistanê ser derket: 2 lesker hatin kustin!
PeyamaKurd- Li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Serdeştê şer derket. Di encama şêrr de 2 leşkerên Îranê hatin kuştin.
Li gorî agahiyên Ajansa Nûçeyan ya Îranê ya Fermî IRNAyê, duh li Serdeştê seet li nêzîkî 23:00yan di navbera leşkerên Îranê yên hidûdan û birrek çekdarên dî de şer derketiye. Di encama şêrr de du leşkerên bi navên Yusuf Pirane û Mahbub Qurbanî hatine kuştin.
Heta niha nehate zelalkirin ku ev koma çekdaran, girêdayî kê ne. Lê belê li vê herêmê, berî niha gelek caran di navbera şaxê PKKê yê Îranê, PJAK û leşkerên Îranê de şer û pevçûn çêbûbûn.