TR KU SO
FB X
Cîhan

Li rojavayê Bexdayê DAISê êrîsî ser binkeyeke leskerî kir: 11 kustî

Leyla Denli
Nivîskar
📅 09 mijdar 2020 15:29

PeyamaKurd -  Li rojavayê Bexda ya paytexta Iraqê, çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê êrîşî ser binkeyeke leşkerî kirin û di encamê de 11 kes kuştin.

Li gor çapemeniya Iraqê belav kir, şeva yekşemê çekdarên DAIŞê êrîşî ser binkeyeke leşkerî ya li deriyê rojavayê Bexdayê kirin û di encamê de, karmendên saziyên ewlehiyê jî nav wan de, 11 kes hatin kuştin.

Tê gotin destpêkê çekdarên DAIŞê êrîşî ser cîhekî çavdêriyê kirin û 5 çekdarên Heşdî Eşîrî kuştin. Pişt re jî 6 kes li navçeyê bi armanca alîkariya Heşdî Eşîrî dikin bo rêgirî bikin li êrîşê çûne nêzîkî wê xala çavdêriyê û ew jî ji aliyê DAIŞê ve hatine kuştin. 8 kesên din jî birîndar in û ew rakirine nexwaşxaneyeke Bexdayê.

Herwiha çavkaniyên herêmê dibêjin, êrîşa DAIŞê bi teqandina bombeya destî bo ser wê xala çavdêriyê ve destpê kiriye.

 

Parve bike: