Cîhan
Li Samê otomobîlek hate teqandin
PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihandiye ku îro danê sibehê li herêma Yûsif El Ezma a Şamê bombeyek bi otomobîlekê te hatiye teqandin.
Li gorî agahiyên SOHRê dane, ji ber teqînê herî kêm kesek birîndar bû û zirarên madî çêbûne ku nehatiye zanîn bê otomobîla çi kesî hatiye armanckirin.
Li aliyên medya bi ser rejîma Sûriyê ve jî bi zarê Rêveberiya Polîsan a Gundewarên Şamê daye xuyakirin ku kesên nenas mayin bi erebeyê de danîne, lê ti hûrgiliyên derbarê êrîşê de nehatin dayîn.