Li seranserê cîhanê rewsa dawî ya Covid-19
PeyamaKurd – Li seranserê cîhanê hejmara mirî û pêkêtîyên vîrusa koronayê piştî zêdetirî salekê bi ser pandemiya Covid-19 re derbas bû jî her zêde dibe.
Li gorî amarên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkins a Amerîkî li seranserê cîhanê 151 kes zêdetir bi vîrusa korona ketine.
Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye dîtin ku li wî welatî hejmara pêketîyan 32,2 mîlyon e.
Piştî Amerîka bi 18,7 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li pey Amerîka jî bi 14,5 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.
Ji ber pêketinên vîrusa korona li tevahiya cîhanê heta niha 3,166,697 kes mirine ku Amerîka bi 575,194 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye. Piştî wê jî bi 401,186 mirinan Brezîlya tê.
Vîrusa koronaya nû Covid-19 dawîya sala 2019an li bajarê Wuhan yê eyaleta Hubei ya Çînê hatibû dîtin û piştre jî li hemû welatên cîhanê belav bûbû.
Li agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê li Çînê 102,474 kes bi vîrusa korona ketine û 4,845 kes pê mirine ku ev jî tenê amarên fermî yên hatine eşkerekirin in.