TR KU SO
FB X
Cîhan

Li sînorê Amerîkayê 2 hezar zarok ji malbatên xwe qetiyan

📅 17 hezîran 2018 04:00

PeyamaKurd - Di derbasbûnên dereqanûnî yên li sînorê Amerîkayê de di navbera 19ê Nîsanê û 31ê Gulanê de kêmzêde 2 hezar zarok ji malbatên xwe qetiyan.

Ji ber pêkanîna "li sînor sifir tolerans" a li dijî penaberên qaçax a ku Jeff Sessionsê Wezîrê Edaletê û Wezareta Ewlekariya Navxweyî dabûn destpêkirin kêmzêde 2 hezar zarok ji malbatên xwe qetiyan.

Li gor daneyên Wezareta Ewlekariya Navxweyî ya Amerîkayê derkete holê ku di navbera 19ê Nîsanê û 31ê Gulanê de hezar û 995 zarok ji malbatên xwe qetiyan.

Li gor biryara rêveberiya Donald Trump, kesên mezin ên ku bi rêyên dereqanûnî ji sînorê Amerîkayê derbas dibin tên binçavkirin û zarokên wan jî dişînin malên xwedîkirinê yên Wezareta Xizmetên Civakî û Tenduristiyê.

Parve bike: