TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Siwêdayê ragesî zêde dibe: Kesayetê olî yê Durzî hat kustin

İlyas batu
Edîtor
📅 02 berfanbar 2025 19:00

PeyamaKurd – Medyaya fermî ya Sûriyê ragihand ku Raîd El-Metnî, yek ji kesayetên olî yên civaka Durzî, li parêzgeha Siwêdayê hatiye kuştin.

Li gorî nûçeya televîzyona fermî El-Îhbariya, El-Metnî ji aliyê grûpa çekdar a bi navê "Parêzvanên Neteweyî" ve hatiye kuştin. Tê îdiakirin ku ev grûp girêdayî rêberê rûhanî yê Durzî Hekmet El-Hicrî ye.

Çavkaniyên herêmî didin zanîn ku cenazeyê El-Metnî radestî Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêdayê hatiye kirin. Hat diyarkirin ku El-Metnî du roj berê bi tohmeta "hevkariya bi hikûmeta Şamê re" hatibû girtin û dîmenên êşkencekirina wî li ser medyaya civakî belav bûbûn

Parve bike: