TR KU SO
FB X
Cîhan

Li stesyona metroyê ya Brukselê êrîseke çekdarî pêk hat

İlyas batu
Edîtor
📅 05 sibat 2025 16:54

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro serê sibehê li stesyona metroyê ya Bruksela paytextê Belçîkayê êrîşeke çekdarî pêk hat.

Ji dîmenên kamereyên mobeseyê diyar dibin ku 2 kesên ku keleşnîkof di destên wan de hene, êrîşeke çekdarî li stesyona metroyê ya Bruksela paytextê Belçîkayê pêk anîne.

Berdevka polîsên Brukselê Sarah Frederickxê got ku gumanbar reviyane rawestgeha metroyê û dibe ku hîn jî di tunelên metroyê de bin.

Berdevkê diyar kir ku di encama gulebaranê de tu ziyanên canî çênebûne. Hem polîsên herêmî û hem jî polîsên rêyên hesinî yên federal bi dû şopa wan de ne.

 

Parve bike: