Cîhan
Li Sûdanê ji bo 72 seetan agirbes hat ragihandin
PeyamaKurd – Rêvebirên Sûdanî û Amerîka ragihandin ku ji bo 72 seetan agirbes di navbera her dû terefan de hatiye kirin. Li başûrê Hartûm a Sûdanê li devera Mayoyê hêzên Desteka Lezgîn balafirekî şer ya artêşê xistibû û di encamê de 17 kes jiyana xwe ji dest dabûn.
Piştî bûyerê şer gelek geş bûbû lê bi navbeynkariya Saûdî Erebistanê û Amerîkayê terefên şer yên li Sûdanê ji bo 72 seetan agirbesê ragihandin.
Şerê navbera herdû terefan ji 15 Nîsana îsal heya niha dewam dike lê carna agirbse tê ragihandin.