TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Sûriyê du milîsên Îranê hatin kustin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 10 tîrmeh 2024 22:20

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di encama êrîşeke DAIŞê ya li gundewarê El Misreb a rojavayê Dêrazorê de, 2 milîsên Îranê hatin kuştin.

Li gorî ragihandina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), DAIŞê êrîşî baregeheke leşkerî ya li nêzî çolistana El Misreb a li rojavayê Dêrazorê kir.

SOHRê eşkere kir, di êrîşê de 2 endamên ‘Lîwa El Quds’ a Îranê hatine kuştin.

Parve bike: