TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Swêdê bi çekan êrîsî dibistanê kirin: 5 birîndar

Hevi Turan
Nivîskar
📅 04 sibat 2025 20:27

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro 4ê Sibatê li bajarê Orebro yê Swêdê, êrîşeke bi çekan bi ser dibistanekê de hate kirin.

Li gorî zanyariyan di êrîşê de 5 kes birîndar bûne ku heta ev nûçe dihat amadekirin jî operasyona polîsên Swêd li ser êrîşkar/an berdewam dikir.

Hate zanîn ku êrîş li ser dibistaneke Risbergska ya bajarê Orebro hatiye encamdan û dengê çekan bilind bûye. 

Wezîrê Dadê yê Swêdê Gunnar Strommer, diyar kir ku nûçeya êrîşê pir cidî ye û ew bi polîsên operasyonê dikin re di nav pêwendiyê de ne.

Herwiha bang li xelkê deverê hate kirin ku dûrî wê dibistanê bisekinin.

Parve bike: